Li Meletiyê erd hejiya

27-12-2023
Nîşan Meletî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erd hejiya.

Erdhejê demjimêr 10:55an rû da û mezihaniya wê 4,8 pile bû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku kûrahiya erdhejê 9,69 kîlometre bûye.

Li aliyê din, Serokê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî da zanîn ku bajarên derdorê jî bi erdhejê hesiyane.

Di erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê de li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 50 hezar kesî canê xwe ji dest da.

Ji wê demê ve erdhejên paşekî berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst