Li çemê Mîreliyan bi hezaran masî mirar bûn

09-05-2021
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li çemê Mîreliyan ê li Farqinê bi hezaran masî mirar bûn
Li çemê Mîreliyan ê li Farqinê bi hezaran masî mirar bûn
Nîşan Çemê Mîreliyan Farqîn Masî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li çemê Mîreliyan a li ser Farqîna Amedê, beriya 4 rojan bi hezaran masî mirar bûn û li ser avê ketin.

Midûriyeta Çandaniyê ya Amedê ji bo bizanibin masî çima mirar bûne, dest bi testê kirin lê heta niha encamên testê diyar nekirine. Gundî jî dibêjin sedemên mirarbûna masiyan kêmbûna avê ya îsal e. Her wiha yek ji sedeman jî ava qirêj a daşir, axûr û gomên ajalan e ku berdidin ser çem. Masî bi vî awayî bê oksîjen dimînin, bi jehrê dikevin û mirar dibin.

Muxtarê Gundê Mîreliyan Ehmed Şehîr ji ber mirarbûna masiyên li çemê Mîreliyanê heyirî maye û nizane çi bike. Li gorî gotina wî yek ji sedema mirarbûn ango mirina masiyan kêmbûna ava çemê wan e. Sedema duyemîn jî ava qirêj a binesaziya daşir, axûr û gomên ajal û sewalan e ku berdidin ser çem.

Muxtarê Mîreliyan Ehmed Şehîr got: “Ez şaş mam. Heyirî mam. Min got evqas masî çawa bi hev re mirar dibin. Duh ji Amedê ji Midûriyeta Çandiyê ji beşa masiyan tîmek hat û ji vir 5-6 masî girtin û dê test û analîza wê bikin û bizanibin ka ji ber çi mirine. Lê hêj li me venegeriyane.”

Li gorî gotina gundiyan di nava 50 salên dawiyê de cara duyemîn e ku masî wisa bi komî mirar dibin û li ser avê dikevin. Beriya 20 salan jî ji ber qirêjiya fabrîqeya titûnê ku berdabûn ser çem dîmeneke wiha derketibû holê.

Xelkê Gundê Mîreliyan Şaban Şehîr jî got: “Çem ziwa bû. Masî çûn. Yan jî îlaç avêtin.Yanî îleh tiştekî heye ku wisa masî mirin. Nexwe masî çima bimirin?”

Gundiyê Mîreliyan Nedîm Uluk jî dibêje: “Oksîjen tune ye masî mirine. Li ser gund nemirine, binya gund kîlometreyek jêr de nemirine û di vê ortê de mirine. Ji ber ku bê oksîjen mane mirine.”

Gundiyê Mîreliyan Seîd Esmer jî wiha axivî: “ Em dibêjin bila werin van kanalîzasyonan baş çêkin. Bila depoyên kanalîzasyonan ji nava çem derxin û berdin ser erdan. Bila qirêjiya axûr û daşiran nekevin ser erd, ji hev biqetînin da ku çem paqij bibe û careke din masî nemirin.”

Ew dîmenên mirarbûna masiyan a bi komî ku bi ser avê ketibûn, êdî nemaye. Lewre piraniya wan masiyên mirî ji aliyê werdek, teyr û tilûran ve hatine xwarin. Li qeraxa çem tenê hişkatiya laşê masiyan li li ber çavan dikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst