Mesrûr Barzanî û Kazimî: Divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin

09-03-2025
Mistefa Kazimî û Mesrûr Barzanî / Wêne û Vîdeo: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Mistefa Kazimî û Mesrûr Barzanî / Wêne û Vîdeo: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Nîşan Mesrûr Barzanî Mistefa Kazimî Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokwezîrê berê yê Îraqê Mistefa Kazimî diyar kir ku divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin.

Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê bi Mistefa Kazimî re civiya.

Di civînê de mijarên wekî “pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê”, “hilbijartina bê ya Encûmena Nûneran” û “rewşa herêmê” hatin nirxandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê got:

“Beşeke civînê taybet bû bi pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û dabînkirina mafên destûrî û şayisteyên darayî yên xelkê Kurdistanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst