Amed - Di Roja Jinan de jinek hat kuştin

09-03-2025
RÛDAW
Nîşan Merve Nur Yarlik Kuştina Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di êrişeke bi çekê de jineke 22 salî hat kuştin.

Şeva borî li navçeya Rezan a Amedê kesekî bi çekê êrişî kafeya firoşgehekê kir.

Di êrişê de jina bi navê Merve Nur Yarlik a 22 salî û kesekî din ê bi navê S.K.yê 21 salî ku li kafeyê rûniştibûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê û her du birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Lê belê Merve Nur Yarlik tevî hewldanên bijîşkî canê xwe ji dest da.

Termê jina 22 salî ji bo otoposiyê birin Bijîşkiya Dadî ya Amedê.

Êrişkar piştî bûyerê reviya û polîsan ji bo desteserkirina wî dest bi xebatan kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst