Li Rojavayê Kurdistanê hêzên ewlehiyê tên perwerdekirin

09-03-2024
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê xulên derçûna hêzên ewlehiyê berdewam dikin
Li Rojavayê Kurdistanê xulên derçûna hêzên ewlehiyê berdewam dikin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hêzên Ewlehiyê Perwerdeya Leşkerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê, Desteya Parastinê bi berdewamî xulên rahênanê ji bo endamên hêzên ewlehiyê vedike.

Di wan xûlan de, endamên hêzên ewlehiyê fêrî rahênanên serbazî û siyasî dibin.

Li Rojavayê Kurdistanê di demên dawî de, gelek xulên derçûna hêzên asayîşê û hêzên xweparastinê hatin kirin.

Herî dawî 141 şervan 60 rojî beşdarî perwerdeya leşkerî û siyasî bûn.

Ew di perwerdeyê de fêrî girîngiya parastina ewlehî û aramiya xelkê li bajaran û cihên sivîlan bûn.

Rêvebirê xula perwerdeyê got:

“Em peyman û sondê nû dikin ku li ser rêya şehîdan pêngavan bavêjin. Piştî rahênanê dê vegerin ser erkên xwe û dê rûbirûyê hemû astengî û zehmetiyan bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst