Kargehên hesin ên Şingalê nikarin berhemên xwe bînin Hewlêrê

09-03-2020
Tehsîn Qasim
Tehsîn Qasim
Rê li ber kargehên hesin ên Şingalê hate girtin ku berhemên xwe bînin Hewlêrê
Rê li ber kargehên hesin ên Şingalê hate girtin ku berhemên xwe bînin Hewlêrê
Nîşan Şingal Kargehên Hesin
A+ A-

Şingal (Rûdaw) - Li Şingalê bermahiyên şerê DAIŞê têne rakirin û yek ji wan alavan jî madeya hesin e.

Li Şingalê jî hesin weke qalib tê komkirin û ji bo Hewlêrê tê şandin da ku dubare bê bikaranîn.

Li gorî zanyariyan, ji piştî nemana DAIŞê heya niha, nêzîkî 10 hezar tonên hesin hatine komkirin û firotin.

Bazirganê bi navê Aisa Sinonê di heyama 4 salan de 10 hezar tonên hesin li Şingalê komkirine, lê rê pê nayê dayîn ku hesinê kom komkiriye bigihîne Hewlêrê.

Aisa Sinonê ji Rûdawê re got: “Eger rê vekiriyan sûda wê dê hem ji bo min û hem ji bo xelkê hebûya. Me dest bi kar kir, lê rê hatin girtin û di navbera me û Kurdistanê qut bûye. Em nikarin hesin li aliyê din jî bifiroşin. Me çar qadên hesin çêkirine û niha hemû li ser me dibe mesref. Niha gelek zerara me bûye û xelkê deverê jî daxwazê dike ku em hesin rakin.”

Kompaniyek ji Mûsilê çûye Şingalê û rojane bi qasî 100 tonên hesin kom dike. Ew kompanî dixwaze rêyekê bibîne ku bikare berhemên xwe bo Hewlêrê bişîne.

Kirêkar Mihemed Mehmûd jî dibêje: “Ez ji Mûsilê hatime Sinûnê. Em vî hesinî ji vir radikin û dikin qalib û dibin Hewlêrê.”

Kargeriya deverê du caran ligel leşkerên Iraqê hewl dane daku paşmahiyên şer bi xalên wan re derbas bikin û bibin Hewlêrê, lê hewlên wan bê encam mane.

Rêvebirê Nahiya Sinûnê Xudêda Çok dibêje prose zehmet ew nikarin derbas bibin.

Bi gotina berpirsên kargeha hesin tona hesin li Şingalê bi 65 hezar dînar tê kirin û li Hewlêrê bi 250 hezar dînar tê firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst