Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameyên 8 şervanên ku canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku 8 endamên wan di cih û dîrokên cuda de li Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest daye û nasnameyên wan eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şer li Kobanî, Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dijwar bûye.
Her wiha hat diyarkirin ku şervanê HSDyê yê bi navê Xelîl Bozê yê ji Kobaniyê ji ber “nexweşiyeke giran” canê xwe ji dest daye.
Nasnameyên şervanên ku canê xwe ji dest daye wiha ne:
- Nîhad Heciyê ji Girê Spî yê bi nasnav Egîd Girê Spî
- Mehmûd Newafê ji Reqayê bi nasnav Nîdal Reqa
- Ehmed El Munîfê ji Dêrezorê bi nasnav Hemûde Kerama
- Hemûd Mihemedê ji Dêrezorê bi nasnava Azad
- Heyder Xizêmê ji Ebû Kuberê bi nasnav Demhat Dirbêsiyê
- Newaf Qetiyê ji Şedadê bi nasnav Cesar
- Xelîl Bozêyê ji Kobaniyê bi nasnav Xelîl Bozê
- Muhened Mihemedê ji Reqayê bi nasnav Seyf.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse