Hewlêr (Rûdaw) - Li Başûrê Kurdistanê cerdevanek li herêma "Operasyona Pence Kilîdê" di encama krîza dil de mir.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li herêma Zap – Avaşîn û Metinayê ya li Herêma Kurdistanê cerdevanê bi navê Hamza Ayazê 45 salî miriye.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê sedema mirina Hamza Ayaz wekî krîza dil bi nav kir
Li gorî zanyariyan Hamza Ayaz ji gundê Xirabekayê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ye.
Hat zanîn Hamza Ayaz zewicî ye û 6 zarokên wî hene
"Operasyona Pence-Kilîdê"
Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse