Zarok çawa fêrî Kurdî dibin? Adnan Bayar bersiv dide

09-01-2021
Adna Bayar diyar kir ku ji bo zarokek emrê fêrbûna ziman a herî baş di navbera 2 û 7 saliyê de ye
Adna Bayar diyar kir ku ji bo zarokek emrê fêrbûna ziman a herî baş di navbera 2 û 7 saliyê de ye
Nîşan Dersa Kurdî Adnan Bayar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civaknas û lêkolîner Adnan Firat Bayar ragihand ku divê zarok hêj  ji zarokatiya xwe ve Kurdî seh bike û pê bihise ku zimaneke wisa heye.

Lêkolîner û nivîskarê Krud Adnan Bayar beşdarî bultena Rûdawê bû û di derbarê materiyal û kelûpelên ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî de axivî 

Adnan Bayar li ser kêmasiya materiyal û kelûpelên zimanê Kurdî got: “Ji bo fêrkirina zimanê Kurdî mirov dikare li ser du qadan tevbigerin. Qada ewil bi destê dewletê ya fermî tevbigerin. Ya dudyan jî di malê de bi awayekî taybet mirov çewa dikare ziman fêrî zarokan bike.”

Bayar bi girîngî behsa pêwîstiya ziman kir û got: “Eger ziman di serdema nûjen de hewcedariyek negire ser xwe, mixabin nikare bijî, eger bijî jî dê gelek qels û lawaz bibe. Ji ber wê divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, bibe zimanê perwerdehîyê ne ku fêrkirina Kurdî.”

Bayar bal kişand ser ferqa fêrkirin û perwerdehiya zimanê Kurdî û wiha pê de çû “Fêrkirina zimanê Kurdî tiştek e, perwerdehiya bi zimanê Kurdî tiştek din e. Fêrkirin jixwe ji aliyê hinek saziyan ve tê pêkanîn, lê divê perwerdehî bi zimanê Kurdî be. Ev xala herî giring e û ev jî wezifeya dewletê ye.”

Ji bo motîvekirina malbat û zarokan a hinkirina ziman Bayar diyar kir ku ji bo zarokek emrê fêrbûna ziman a herî baş di navbera 2 û 7 saliyê de ye û got: “Bi awayekî divê zarok hêj ji zarokatiya xwe ve Kurdî seh bike û pê bihise ku zimaneke wisa heye.”

Ji bo dê û bavên ku dixwazin di nav mala xwe de zarokên xwe fêrî Kurdî bikin Bayar diyar kir ku muzîka Kurdî ji bo zarokan xaleke giring e û got: “Gava zarok mûzîk û stranên Kurdî guhdar dikin ji bo fêrbûna wî zimanî jî gelek bandor dide ser wan. Bi muzîkê fêrî mantiq û peyvên Kurdî dibin.

Di derbarê bandora lîstikê ya li ser zarokan Bayar diyar kir ku gava zarok tiştek hîn kirin divê pê şa bibin, wek perçeyek jiyanê divê jê hez bike û jê re wek hewceyiyek be.

Bayar ji malbatan re pêşniyar kir ku ji zarokan re lorîk bên gotin û peyvan fêrî zarokan bikin û wan jî wek perçeyek ji jiyanê nîşanî wan bidin û tekez kir ku divê zarok bi Kurdî xêzefîlman temaşe bikin.

Ji bo valahiya di warê medyayê de ji bo çavên zarokan ne li ser zimanekî din be Bayar got: “Divê em materyalên xwe bi awayekî zanistî ama de bikin. Divê Kurd hewl bidin ji bo zarokan bi dehan lîstikên Kurdî çêbikin, lê mixabin ev jî hêzeke xurt ji aliyê aborî ve dixwaze. Ji bo zarokan divê kanal vebibin. Lîstîk sînema û xêzefîlm gerek pêş bikevin.”

Li ser çirokên pedagojîk Bayar ragihand çîrokên ku ji bav û kalan hatine, ji aliyê pedagojiyê xeter in ji bo vana jî divê lijne hebe û ew jî kar û barê dewletê ye.

Civaknas û lêkolîner Kurd herwiha bal kişand ser alikariya dewletê û wiha pê de çû: “Ji bo ku dewlet zimanê Kurdî bike wekî zimanê perwerdehiyê, divê sazî û dezgehên Kurdî bê ava kirin û em wek Kurd divê zext û zor bi her awayî bidin ser dewletê û dewletê mecbûr bihêlin. Ji bo vê jî divê em kampanyayê destnîşanê bidin destpêkirin milyonek îmze bigihînin hev û bibêjin milyonek îmze hene ku bi zimanêê Kurdî perwerdehiyê dixwazin. Eger milyonek îmze bigihînin hev, ev ne tenê ji bo Tirkiyê, herwiha ji bo hemû cîhanê rêjeyeke bilind e. Divê xwesteka zimanê Kurdî herdem di rojevê de be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst