Li kîjan bajarî çend xwendekaran dersa Kurdî hilbijartiye?

24-03-2024
RÛDAW
Nîşan Dersa Kurdî Farûk Dînç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê HUDA PARê Faruk Dinç ragihand ku li parêzgeha Amedê 5 hezar û 104 xwendekaran dersa zaraveyên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî hilbijartiye.

Alîkarê Serokê HUDA PARê Faruk Dinç li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê hilbijartina dersa zimanê Kurdî yên li parêzgeha Amedê de amar belav kirin.

Dinç amaje bi wê yekê daye ku wan ji bo dersa bijarte ya Kurdî kar û xebateke zêde kirine û li gorî amaran li Amedê 5 hezar û 104 xwendekaran dersa zaraveyên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî hilbijartiye.

“Divê wezaret kontenjana tayinkirina mamostayên Kurdî zêde bike”

Dinç di parvekirina xwe de got, “Di meha Sibatê de me kedek zêde dabû ku xwendekarên me di dersa bijarte ya Zarave û Zimanên Dijîn de Kurmancî û Kirmanckî hilbijêrin.

Li gorî zanyariyên ku me ji Rêveberiya Perwerdeya Niştîmanî ya Amedê wergirtine 5 hezar û 104 xwendekarên me Kurmancî û Kirmanckî hilbijartine.

Divê Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê kontenjana tayinkirin mamostayên Kurdî zêde bike.

Ji bo zimanê xwe yê dayikê em dê zêdetir kar bikin.”

Li gorî amarên ku Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn belav kirine, di sala xwendinê ya 2023-2024an de, li seranserê Tirkiyeyê 20 hezar û 379 xwendekaran dersa Kurmancî û 2 hezar û 607 kesan jî dersa Kirmanckî bi giştî 23 hezar xwendekaran dersa Kurdî hilbijartine.

Lê heta niha derbarê sala 2024-2025an de ti amareke fermî nehatiye belavkirin.

Li aliyê din, li gorî amarên nefermî yên ku Yekîtîya Dildarên Kurdî (DILKURD) ku li 12 parêzgehan ji mamostayên Kurdî kom kirine, 25 hezar û 644 xwendekaran dersa Kurdî hilbijartiye.

Li gorî daneyên DILKURD’ê li 12 parêzgehan hejmara xwendekarên ku kurdî hilbijartine wiha ye:

Çewlîg: 6 hezar û 230

Amed: 5 hezar û 104

Mêrdîn: 4 hezar û 941

Êlih: 3 hezar 400

Wan: Hezar û 757

Şirnex: Hezar û 383

Colemêrg: Hezar û 92

Mêrsîn: 650

Bedlîs: 324

Xarpêt: 132

Dêrsim: 282

Riha: 435

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst