Li Tirkiyê bihayê benzîn û motorînê hat zêdekirin

08-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê bihayê lîtreya benzînê 77 quruş, bihayê motorînê 31 quruş hat zêdikirin. Bihayê motorînê di nav du rojan de du caran hat zêdekirin.

Nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û pereyên biyanî bi awayekî tund dadikeve û di mehekê de %40 nirxê xwe ji dest da. Vê yekê li Tirkiyê rasterast bandor li bihayê kelûpel û pêwîstiyên sereke yên jiyanê kir û bihayê wan zêde bû.

Sendîkaya Kar a Îstasyonên Gaz Petrol û Enerjiyê (EPGiS) ragihand, bihayê lîtreya benzînê 77 quruş, bihayê motorînê 31 quruş hat zêdikirin.

Bi bihayên nû dê li Stenbolê nirxê benzînê bibe 10.32 lîre, nirxê motorînê bibe 10.30 lîre.

Di demeke kurt de nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û pereyên biyanî bi awayekî tund daket û vê yekê li Tirkiyê rasterast bandor li bihayê kelûpel û pêwîstiyên sereke yên jiyanê kir û her diçe rojane bihayê wan tên zêde kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst