Li Raperînê 3 kes bi çekê hatin kuştin

08-09-2023
RÛDAW
Nîşan Qeladizê Raperîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Îdareya Serbixwe ya Raperînê kesekî ku li motorsîkletekê siwar bûbû 3 kes kuştin lê heta niha nehatiye desteserkirin.

Rêveberiya Polîsên Raperînê li ser bûyera doh bi şev a li navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê daxuyanî da.

Rêveberiyê diyar kir ku cenazeyên 3 kesên bi navê A.A. (1978), M.H. (1973), û A.A. (1980) yên ku mêr in.

Li gorî agahiyên polîsan piştî lêkolîna li ser cenazeyan a li bijîşkiya dadwerî derketiye holê ku li ser cenazeyên her sê kesan şopên guleyan hene û got:

“Hêzên me yên polîsên Qeladizê ji bo zanîna sedema rastî ya bûyerê lêkolîn daye destpêkirin û lêkolîn berdewam e.”

Beriya niha Rêveberê Îdarî yê Nexweşxaneya Şehîdan a Qeladizeyê Osman Ehmed ji Rûdawê re ragihandibû ku di encama gulebaranekê de 3 kesan canê xwe ji dest daye.

Li gorî zanyariyên ber destê Rûdawê ew her sê kes hevalên hev bûne û ji xwe re çûne baxekî Qeladizê.

Dema ku ew ji xwe re rûniştibûne kesek bi motorsîkletê hatiye û gule li wan reşandine û her sê jî kuştine.

Polîsên Raperînê diyar kir ku ji bo lêkolîna bûyerê hêz hatine erkdarkirin û heta niha têkildarî bûyerê ti kes nehatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst