Tanrikulu: Sedema geştên kêm ên esmanî bo Amed û navçeyê ji ber nasnameyê ye?

08-07-2023
RÛDAW
Nîşan Sezgîn Tanrîkulu Amed Geştên Esmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu di pêşniyarpirsekê de bo Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Tirkiyê ji ber geştên kêm ên asmanî bo parêzgeha Amedê û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û got: “Sedema hejmara hewqasî kêm a geştên esmanî bo Mêrdîn, Wan û Amedê çi ye? Gelo sedema geştên kêm ên esmanî bo navçeyê û Amedê ji ber nasmameya bajêr e?”

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikuli roja Înê 7ê Hezîrana 2023an li Parlamentoya Tirkiyê derbarê hejmara kêm a geştên esmanî yên bo parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji bo bersiv bide pêşniyarpirsek da Wezîrê Veguhestin, Gihandin û Bînasaziyê yê Tirkiyê Abdulkadir Uraloglu.

Tanrikulu di pêşniyarpirse xwe de amaje bi wê yekê da ku hejmara niştecihên Amedê milyonek û 804 hezar kes in lê tenê 34 geştên esmanî bo wê parêzgehê tên kirin û got: “Welatiyên me hem li Amedê û hem jî li devera Rojhilat û Başûrê Rojhilat (Bakurê Kurdistanê) ji ber geştên kên ên asmanî mexdûr dibin.”

Sezgîn Tanrikulu ji Wezîrê Veguhestin, Gihandin û Bînasaziyê yê Tirkiyê sedemên geştên kêm ên esmanî yên bo parêzgehên Amed, Mêrdîn û Wanê yên  Bakurê Kurdistanê jî pirsî û got: “Sedema hejmara hewqasî kêm a geştên esmanî bo Mêrdîn, Wan û Amedê çi ye? Gelo sedema geştên kêm ên esmanî bo navçeyê û Amedê ji ber nasmameya bajêr e?”

Parlamenterê CHPê herwiha ji Wezîrê Veguhestin, Gihandin û Bînasaziyê yê Tirkiyê pirsiye ka ew dê ji bo nehiştina mexdûriyeta xelkê Amed û navçeyê ya ji ber geştên kêm çi tedbîran werbigirin.

Ev demek e Saziya Hêlên Esmanî ya Tirkiyê geştên xwe bo parêzgehên Bakurê Kurdistanê kêm kirine û li hinek bajaran hema bêje geştên esmanî hatine asta rawestandinê. Welatî gelek caran ji bo bi balafirê biçin bajarên Tirkiyê ji ber geştên kêm neçar dimînin ji bajarên xwe biçin bajarekî din heta ku geştên xwe pêk bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst