Dr. Lezgîn Çalî: Nabe tu zaravayek were sepandin

08-06-2024
Mihemed Izedîn
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Lezgîn Çalî Kurdî Zarava Kirmanckî/Zazakî Hewramî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dr. Lezgîn Çalî diyar kir ku eger her kesek zaravayekê bisepîne wê demê cihêkarî dest pê dike.

Endamê Enstîtûya Kurdî ya Parîsê û Endamê Desteya Serokatiya Akademiya Kurdî Dr. Lezgîn Çalî li ser pirsgirêkên zimanê Kurdî paşereroja zimanê Kurdî ji pêşkêşkar û nûçegîhanê Rûdawê Mihemed Îzedîn re axivi.

“Metirsî li ser Kirmanckî û Hewramî heye”

Dr. Lezgîn Çalî derbarê bandora teknolojiyayê ya li ser zimanê Kurdî wiha got:

“Pirsgirêka her zimanekî li gorî hebûn û statuya xwe heye. Bandora teknolojiyê li ser zimanê Îngîlîzî û Spanî jî heye.

Belkî ew pirsgirêkên ji bo Înglîzî, Fransî û Spanî hene ji bo Erebî tunebin. Berevajiya wê jî rast e.

Pirsgirêka sereke ya Kurdî çi ye? Li gorî raportên UNESCOyê û etnologan, metirsî li ser Hewramî û Kirmanckî (Zazakî) heye.

Ew wan wekî ziman didin nasandin lê em wekî zarava hesab dikin û ev jî mafê me ye.”

Li gorî Dr. Lezgîn Çalî, li gorî hinek îdeolojiyan û hinek kesan eger em dixwazin bibin yek milet, divê em bi heman zimanî biaxivin û bi heman awayî binivîsin, ev xetereya herî mezin e li ser zimanê Kurdî.

“Divê dersa zaravayên Kurdî hebe”

Lezgîn Çalî di berdewamiyê jî de behsa sepandina zaran kir û wiha got:

"Di serdema teknolojî û Înternetê de desthilatdariya we nîne ku hûn yek zarava û zimanekî li ser hemû parçeyan ferz bikin.

Hema ku hûn dixwazin zaravayekê ferz bikin, cihêkarî dest pê dike.

Wekî nimûne eger bibêjî bila hemû kes bi zarê Xaneqînê qise bike, em dê zarê Xaneqînê bikin zarê sereke yê Kurdî wê demê em dê çi li zarê Dêrsimê bikin?!”

Li gorî gotina Lezgîn Çalî divê li dibistanên Herêma Kurdistanê dersa zaravayên wekî, Kurmancî, Kirmanckî, Hewrwamî û Soranî hebin hebin.

Çalî tekez kir ku her xwendekarek ku bixwaze kîjan zaravayê hilbijêre bila bi wê zaravayê bixwîne û fêr bibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst