Li Meletiyê pevçûna çekdarî: 5 kes birîndar bûn

08-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Matthew Miller Herêma Kurdistanê Civînên Komîteya Bilind a Hevahengiyê ya Amerîka-Îraqê Meletî Keferdiz Pevçûna Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Keferdizê ya Meletiyê, di navbera du koman de pevçûna çekdarî derket û di encamê de li gel 4 kesan çawişekî pispor jî birîndar bû.

Li gundê Axavatê yê navçeya Keferdizê, du komên ku pêştir ji ber muxtariyê di navbera wan de neyartî hebû pev çûn.

Di pevçûnê de çek hatin bikaranîn.

Di encamê de Z.T, S.D, E.T û M.Î. û çawîşê pispor K.K.yê ku midaxeleyî bûyerê kir bi çekê birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê birîndarên bûyerê veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê û Navenda Tipê ya Turgut Ozalê

Li gundê Axavatê ji aliyê cendirmeyan ve tedbîrên ewlehiyê hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst