Ji Meletiyê di meha Adarê de bi 44 milyon dolaran qeysî hatin hinardekirin

08-04-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Meletî Qeysî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê ku erdheja 6ê Sibatê bandoreke mezin lê kir û bi qeysiyên (mişmiş) xwe bi navûdeng e, tenê di meha Adarê de bi qasî 44 milyon dolaran qeysî hatin hinardekirin.

Kargeheke paketkirina qeysiyan a li Meletî ya Bakurê Kurdistanê ku erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê jiyana bazirganî lê rawestandibû, kargeh hêdî hêdî vedibin û dest bi kar dikin.

Cîgirê Serokê Borseya Bazirganî ya Meletiyê dibêje, tevî ku erdhejê bandor li wan kiriye meha Adarê rewş gelekî baş bûye.

Cîgirê Serokê Borseya Bazirganî ya Meletiyê Erhan Almendi anî ziman, “Niha hemû kargehên me dixebitin. Spas ji Xwedê re li Herêma Pîşesaziya Organîzeyê û li kargehên qeysiyan zerareke me nîne. Em li hêviyê ne ku hemû karker û xebatkarên me vegerin bajarê xwe. Niha hinekî pirsgirêka cihê manê heye.”

Meha Adarê ji Meletiyê 8 hezar û 523 hezar ton qeysiyên hişk bo derve hatine hinardekirin, ku dahata wê 44 milyon û 870 hezar dolar bû. Hêviya wan ji demsala nû jî zêde ye.

Cîgirê Serokê Borseya Bazirganî ya Meletiyê Erhan Almendi got, “Hêviya me ji demsala nû zêde ye û heta niha ti pirsgirêk nîne. Di hefteyên borî de tenê hinekî qeşa hebû. Înşallah em ê bi berhemeke zêde sala 2024ê bi armanca 500 milyon dolar hinarde temam bikin.”

Ji Meletiyê di navbera 1ê Tebaxa 2022ê ku demsala qeysiyên hişk destpê kir heta 4ê Nîsana îsal bo 115 welatan bi bihayê 322 milyon û 370 hezar dolaran 62 hezar û 563 ton qeysiyên hişk hatin hinardekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst