Li Amedê pevçûna bi çekan: 3 kuştî û 3 birîndar

08-03-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Çermûg Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çermûgê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatan de pevçûn derket û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Dikyolê yê navçeya Çermûgê îro di navbera du malbatên ku dijminatiya wan hebû nîqaş çêbûe.

Her du malbatan piştre bi çekan êrîşî hev kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cenderme çûn cihê bûyerê.

Di pevçûnê de Erdal B. û birayê wî Ercan B. û Omer Y. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Huseyin Y., Efe Y û Muhammed Y jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê her sê kesên birîndar ku ji yek malbatê ne birin nexweşxaneyan.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Huseyin Y xedar e.

Hêzên ewlehiyê li gund tedbîrên ewlehiyê wergirtin, girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst