Mesrûr Barzanî ji bo 8ê Adarê peyamek belav kir

08-03-2025
RÛDAW
Nîşan 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê 8ê Adarê li jinên Kurdistanê û cîhanê kir û da zanîn ku ew pêbend in bi pêşkêşkirina derfetên wekhev ji bo jinên Kurdistanê.

Îro 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî peyamek belav kir û got:

“Rêz û spasiya me ya mezin ji bo xebat û têkoşîn û rola diyar a jinên Kurdistanê ya di dîroka gelê Kurdistanê de heye.

Ew her tim mînaka niştimanperwerî, azayetî, canfedayî û qurbanîdanê bûne.”

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de her wiha anî ziman:

“Cihê kêfxweşiyê ye ku îro roleke berbiçav û çalak a jinan li Herêma Kurdistanê di dezgehên Herêma Kurdistanê de heye.

Em pêbend in ji bo zêdetir pêşkêşkirina derfetên wekhev li pêşiya jinên Kurdistanê û bilindkirina rêje û asta beşdariya wan a di warên cuda yên birêvebirinê de.

Her wiha rûbirûbûna her cure tundî û cihêkariya li dijî jinan in.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da zanîn:

“8ê Adarê pîroz be û hêviya bipêşketineke zêdetir ji bo jinên Kurdistanê dixwazim.”

8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî

Roja Jinan a Cîhanî roja navneteweyî ya jinên kedkar ên cîhanê ye. 

Her çend ev roj di asta navneteweyî de salên 1970yî de hatibe pejirandin jî bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya wekî rojeke hevbeş a jinên cîhanê rastî salên 1800î tê.

8 Adara sala 1857an jinan li New Yorkê grevek li dar xist.

Jinan bi greva xwe xwest ku saetên wan a kar dakevin 8 saetan û heqdestekî wekîhev bistînin.

Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hat şewitandin û bi qasî 100 jinî di encam vê bûyerê de mirin.

Her çend jinan bi grevê daxwaza xwe dabe pejirandin jî têkoşîna birêxistinî ya ji bo mafên jinan, salên 1900î dest pê dike.

Sala 1903yan li Amerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî "Koalîsyona Sendîkayên Jinan" hat sazkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst