ENKSê bi dirûşma “Jîna Emînî Pêşenga Me Ye” di Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de çalakî li dar xistin

08-03-2023
RÛDAW
ENKSê bi dirûşma “Jîna Emînî Pêşenga Me Ye” di Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de çalakî li dar xistin
ENKSê bi dirûşma “Jîna Emînî Pêşenga Me Ye” di Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de çalakî li dar xistin
Nîşan ENKS Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê ji bo 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî li dar xistin.

ENKSê îro Çarşemê li xwecihiyên xwe yên wek Til Temir û çend bajarokên din 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir.

Çalakî di bin navê “Jîna Emînî Pêşenga Me Ye” birêve çû, di çalakiyê de behsa rola jinê di civakê de hat kirin.

Endama Xweciya Til Temir ya ENKSê Rûşan Dawûd diyar kir, wan ji bo rêzgirtineke qurbaniyên erdhejê li Rojava û Bakurê Kurdistanê di çalakiya îsal de stran û dîlan pêşkêş nekirine.

Endema Xweciya Til Temir ya ENKS Rûşan Dawûd got, “Îro her du Xwecihî yên bajarên Til Temirê û Ebû Rasên ên ENKSê bi serpereştiya ofîsa jinan Roja Jinan pîroz kirin lê îsal me bi xemgînî ev roja bibîr anî ji bo wefadarî û dilsoziya ji bo miletê me yê ku di erdhejê de canê xwe ji dest dan li Bakur û Rojavayê Kurdistanê. Gelek miletê beşdar bûn di vê rojê de ku ji komên siyasî, zarok û jinan pêk dihatin.”

Herm wiha ji aliyê Rêveberiya Xweser ve jî 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi meşan hat pîrozkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst