Li Tirkiyê bihakirina benzîn û dîzelê ranawest e

08-03-2022
RÛDAW
Nîşan Benzîn Dîzel Tirkiye Bakurê Kurdistanê Enqere Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê di dema hefteyekê de çaremîn car e bihayê benzîn û dîzelê tê zêdekirin. Bihayê yek lître benzîn zêdeyî 19 lîre ye û yek lître dîzel jî 21 lîre derbas kiriye.

Bihakirina berdewam

Ji îro serê sibeha 8ê Adara 2022ê ve bihayê her lîtreyek benzîn 57 quruş û her lîtreyek dîzel jî yek lîre û 44 quruş hat zêdekirin.

Li Enqereya paytexta Tirkiyê lîtreyek benzîn ji 18.77 lîreyan bû 19.34 lîre. Li Stenbolê bihayê lîtreyek benzîn ji 18.67 lîreyan bû 19.24 lîre û li Izmîrê jî bihayê lîtreyek benzîn ji 18.79 lîreyan bû 19.36 lîre.

Zêdebûna bi rêjeya ji %185

Her lîtreyek dîzel ku li Enqerê bi 19.85 lîreyan dihat firotin, gehişte 21.29 lîreyan. Li Stenbolê lîtreyek dîzel ji 19.75 lîreyan gehişte 21.19 lîre û li Izmîrê jî ji 19.85 lîreyan bo 21.19 lîre hat bilindkirin.

Di dema 15 mehên derbasbûyî de bihayê sotemeniyê li Tirkiyê bi rêjeya ji sedî 185 zêde bûye û depoya benzînê ya otomobîlekê bi 1000 lîreyan tejî nabe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst