Meksîka yek ji metirsîdartirîn navçeyên cîhanê ye ji bo jinan

08-03-2020
RÛDAW
 Sala 2019an nêzîkî 35 hezar jin li Meksîkayê hatin kuştin
Sala 2019an nêzîkî 35 hezar jin li Meksîkayê hatin kuştin
Nîşan Meksîka Jin Pakistan Roja Cîhanî ya Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sala 2019an nêzîkî 35 hezar jin li Meksîkayê hatin kuştin û ji sedî 2.5 rêjeya kuştina jinan li gorî sala 2018an zêde bûye.

Malêna Markwêz a xwedî kar dibêje, “Gelekî cihê mixabiniyê ye ku em dibînin ew hemû tişt têne serê jin û keçan. Em hez nakin bêne serê kuran jî. Lê em neçar in kar bikin. Divê em kar bikin. Tiştê baş li vê derê piştgiriya me tê kirin."

Bi berhevkirin ligel Meksîka, Êkwador û çend welatên din, Arjantîn li Amerîkaya Latîn, navçeyeke selametir e ji bo jinan.

Ev 30 salên derbasbûyî, pêşketin di warê berfirehkirina bazneya kar ji bo jinan derketiye, yekem car e ku jin dikarin li nav rêzên hêzên leşkerî li amêrên mûzîkê bidin.

Her çiqasî Pakistan yek ji wan welatan e, ku berdewam li ser kuştina jinan li ser şerefê li jêr rexneyê ye, lê keç û jin dibêjin, li hinek navçeyên welatê wan, pêşketina baş ji berjewendiya jinan derketiye.

Şems Nîsa, bisiklêtsiwar, dibêje, “Dema me dest bi ajotina bisikilêtan kir, em rûbirûyî gelek kêşeyan bûn. Berdewam komêntên nebaş ji bo me dihatin gotin. Hinek xelkê kevir davêtin me. Lê hin bi hin baweriya me bi me zêde bû û em bipêş ketin. Niha xelk weke payskilsiwar li me dinerin û tiştekî asayî ye.”

"Ez ji nifşê wekheviyê me û bi mafên jinan dizanim" ev diruşma îsal a Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, di Roja Cîhanî ya Jinan de.

Neteweyên Yekbûyî, kampeynek bi navê "Wekheviya Nifş" ragihandiye, ji bo rûbirûbûna tundûtûjiyê li dijî jinan.

Li gorî amarên NYê, rojane 137 jin bi destên hevjînên xwe yan endamekî ji malbata xwe têne kuştin.

Ev yek , ji bilî ku li seranserî cîhanê bazirganî bi jinan tê kirin, yan jî, di bûyerên cuda cuda de, têne kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst