Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên cuda yên bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ku nêzîkî Tirkiyeyê ye di çend rojên borî de 28 welatî girtine.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan di raporeke xwe ya nû de ragihand ku 28 welatiyên Efrînî ji aliyê çekdarên nêzîkî Tirkiyeyê ve hatine girtin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî roja pêncşemê ragihandibû ku çekdaran 4 ciwanên Kurd girtine.
Rêxistinê li ser sedema girtina 4 ciwanan da zanîn ku ew ji ber rakirina Alaya Kurdistanê hatine girtin.
Xelkê Efrînê roja pêncşemê dema hêzên ewlehiyê yên hikûmeta nû ya Şamê çûn nav bajêr bi alayên Kurdistan û Sûriyeyê pêşwazî li wan kiribû.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand, li gorî amarên fermî, tenê di nava îsal de hejmara Kurdên ku li Efrînê hatine girtin gihiştiye 87 kesan ku di nav wan de 2 zarok, 6 jin û 31 jî nexweş hene.
Tîma Navenda Belgekirinê tekez kir ku li gorî gotina malbat û xizmên kesên revandî, girtina wan ne li ser bingeha fermanên dadweriyê yên Dozgeriya Giştî ne û piraniya girtinan bi awayekî ne yasayî tên kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse