Monitor: Mezlûm Ebdî dê biçe Hewlêrê

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Serok Mesûd Barzanî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malperê Monîtorê ragihand ku dê Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî were Hewlêrê û bi Serok Mesûd Barzanî re bicive.

Malperê Monîtorê ya Îngilîzî bi referansa çend çavkaniyan ragihand ku di demeke nêzîk de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dê were serdana Hewlêrê û li Pirmamê bi Serok Mesûd Barzanî re bicive.

Çavkaniyan dema serdana Mezlûm Ebdî ya Hewlêrê û hevdîtina wî ya bi Serok Barzanî re eşkere nekir lê çavkaniyekî diyar kir ku dê serdan “di demeke nêzîk de” pêk were.

Li gorî agahiyên Rûdawê jî dê serdana Ebdî di nava vê mehê de pêk were.

Çavkaniyekî din jî destnîşan kir ku di dema serdana Nûnerê Serok Barzanî yê Rojavayê Kurdistanê Dr. Ebdulhemîd Derbendî û hevdîtina wî ya bi Mezlûm Ebdî re, vexwendina fermî ya Serok Barzanî gihiştiye Fermandarê Giştî yê HSDyê.

Nûnerê Serok Barzanî yê Rojavayê Kurdistanê Dr. Ebdulhemîd Derbendî roja duşemê çû serdana Rojavayê Kurdistanê û li Hesekê bi Mezlûm Ebdî re civiya.

Li gorî agahiyan di civînê de Dr. Ebdulhemîd Derbendî peyama Serok Mesûd Barzanî ragihand ku di peyamê de tekezî li ser girîngiya yekrêziya Kurdan hatiye kirin.

Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku Mezlûm Ebdî spasiya peyam û piştgiriya Serok Barzanî kiriye û tekezî li ser wê yekê kiriye ku qonaxa niha pêwîstî bi yekxistina hewlên di navbera hemû aliyên Kurdî de heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst