Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê 5 welatî bi hinceta “endamtî û propgandeya rêxistina PKKê” hatin destserkirin.
Li gor zanyariyan roja Çarşemê 7ê Kanûna 2022an, Tîmên Fermandariya Cendermeyan, bi hinceta “endamtî û propagandeya rêxistina PKKê” li parêzgeha Meletiyê dest bi operasyonekê kirin.
Tîmên Cendermeyan di çarçoveya wê operasyonê de, li navçeyên Meletiya Kevin, Çirmixtî û Fethiye yên parêzgeha Meletiyê avêtin ser çend malan û 5 welatî destserkirin.
Hat ragihandin kesên desterserkirî bo Fermandariya Cendermeyan a Meletiyê hatine birin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse