Cîgira Serokê Baroya Rihayê: Yasayên parastina jinan ne di asta pêwîst de ne

07-12-2022
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Bahar Hezar Kuştina Jinan Riha
A+ A-

Riha (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê endama Desteya Rêveberiya Odeya Endezyarên Avahîsaziyê Bahar Hezer roja Şemiyê li kolanê ji aliyê birayê xwe ve bi çekê hat kuştin. Cîgira Serokê Baroya Rihayê Gulîstan Payda got “Mixabin yasayên li welatê me di warê parastina jinan, zarokan û mexdûrên din de di asta pêwîst de nînin.”

Bahar Hezer a 26 salî salên dirêj ji jiyana xwe di vê avahiyê de bi xebat derbas kirin. Lê niha ew jî tevlî karvanê jinên ku hatine kuştin bû û sûretê wê wiha hate daliqandin. Bahar ku ji ber nakokiyeke malbatî ji hêla birayê xwe Yekta ve hate kuştin bi xakê hate spartin. Hevkar, heval û jinên din li ber sûretê wê keserin dikêşin bi gumana ku gelo wê dor bê wan jî yan na.

Cîgira Serokê Baroya Rihayê Gulîstan Payda got “Mixabin yasayên li welatê me di warê parastina jinan, zarokan û mexdûrên din de di asta pêwîst de nînin. Di vê mijarê de divê parlamento kar bike. Divê careke din ew yasa bêne rewzkirin û baştirînkirin. Li hêla din divê endamên ewlekariyê jî bi lez pozîsyona xwe bigirin, bigihîjin mexdûran û wan biparêzin.”

Welatî Semîha Alkan dibêje “Ez xwe qet di nava evlehiyê de hîs nakim. Em ditirsin. Her dem her tişt pêkan bû ye. Bila ew yasa êdî bêne guhertin. Ma ne guneh e ew keçika 26 salî hate kuştin.”

Bahar Hezer endezyar bû û li Rihayê jî Cîgira Serokê Odeya Endezyaran bû. Jineke naskirî û pêşengeke têkoşîna jinan bû. Lê xezeba mêrane li ber mala wê bi çend galeyan jiyana wê çilmisand.

Hevala Baharê Elîf Erdem diyar kir “Baharê ew yek nîşanî me da ku ew rewş bo me kesekî dûr nîne. Beriya 10 rojan vîdeoyek kişandibû bo têkoşîna jinan. Beşdarî hemû çalakiyên me dibû û em di têşoşîna Jinan de her tim mil bi mil bûn. Ew hevala me bû qurbaniya kuştinên jinan. Dibe ku ew hemû tesadû nebin.”

Bahar di rojeke wisa de hate kuştin ku tevahiya bajêr di jêr kontrola bergiriyên ewlehî yên di asta herî bilind de bûn. Ji ber ku wê rojê serokomarê Tirkiye seredana Rihayê dikir.

Cîgira Seroka Navenda Mafên Jinan Yasemîn Karakeçîlî ragihand “Negirtina bergiriyan ji hêla dewletê ve, cezayên ku têra rêgiriyê nakin û hêsaniya çek stendine dike ku encamên wiha derkevin. Em jî dê her berdewambin da em rê li ber van kiryaran bigirin.”

Kujêrê xwîşka xwe di îfadeya xwe de dibêje ku ew qet poşman nîn e û eger polîsan ew negirta w î dê hemû endamên din yên malbatê jî bikuştana.

Kuştina Jinan li Tirkiye êdî bûye tiştekî ji rêzê. Di nava welatên endamên OECD de Tirkiye di serê lîsteya kuştina Jinan de ye. Ji serê salê vir ve 327 jin ji hêla mêran ve hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst