Li Sêwasê otobusa koçberan wergeriya: mirî û birîndar hene

07-11-2022
RÛDAW
Nîşan Sêwas Bakurê Kurdistanê Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Til Garimo ya ser bi parêzgeha Sêwasê ya Bakurê Kurdistanê ve, otobusek ku koçber vediguhestin wergeriya û di encamê de li gor zanyariyan 2 kesan canê xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar in.

Bûyer îro li ser rêya Meletî-Kayseriyê li navçeya Til Garimo ya Sêwasê çê bûye û otobusek ku koçber vediguhestin wergeriyaye.

Di encama bûyerê de li gor zanyariyan 2 kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya tîmên tendirustiyê û polîs hatin şandin.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên Sêwasê hatin veguhestin.

Medyayên Tirkiyê ragihandine ku koçberên di otubusê de xelkê Sûriyê bûne.

Ajansa IHA ya Tirkiyê daye xuyakirin ku koçberên di otubusê de pêştir li Stenbolê hatibûne desteserkirin û bo îdareya koç ya Amedê dihatin veguhestin daku wan vegerînin Sûriyê.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst