Bazara dîrokî ya Heskîfê jî hat rûxandin

07-11-2019
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Heskîf Tirkiye Bendava Ilisu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Heskîfê ku xwedan dîrokeke 12 hezar salî ye, ji bo veguhestina Mizgefta Er-Rizk a 610 salî dema bo esnafên bazara dîrokî hatibû dayîn bidawî bû. Bazara dîrokî bi kepçe û bildozeran hat rûxandin.

Ji ber Bendava Ilisu, bajarê dîrokî yê Heskîfê li Bakurê Kurdistanê ku xwedan dîrokeke 12 hezar salî ye di bin avê de dimîne.

Avahiyên dîrokî yên Heskîfê ji cihên wan tên rakirin û bo cihekî din tên veguhestin ku ji aliyê TOKIyê ve hatiye amadekirin.

Ji bo veguhestina Mizgefta Er-Rizk a 610 salî Kolana Kale jî hat rûxandin ku bazara dîrokî ya Heskîfê ye.

Piştî dema bo esnafan hatibû dayîn bidawî bû, roja Çarşemê rûxandinê dest pê kir. Li gor medya Tirkiyê, dikandar jî bi dilekî şeikestî ji dikanên xwe dûr ketin ku di nav wan de mezin bûbûn.

Dikandarê bi navê Ali Aslankiliç ku ji zaroktiya xwe ve li wê bazara dîrokî kar dike, ji ber ku nezewiciye loma li cihê nû cih nedanê, doh tevlî kelûpelan agir berdabû dikana xwe û rewşa heyî protesto kiribû.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst