Ozgur Ozel li Amedê: Em pirsa Kurd dibînin û soza çareseriyê didin

07-10-2023
Ferdî Sak
CHPyê kongreya xwe ya rêxistina Amedê li dar xist
CHPyê kongreya xwe ya rêxistina Amedê li dar xist
Nîşan CHP Amed Pirsa Kurd Ozgur Ozel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Fraksiyona CHPyê Ozgur Ozel ku berbijêrê serokatiya partiya xwe ye got, “Em pirsa Kurd dibînin û soza çareseriyê didin.”

Partiya Gel a Komarî (CHP) doh kongreya rêxistina xwe ya Amedê li dar xist.

Di kongreyê de serokê niha Abdullah Atîk dîsa wekî serokê CHPyê yê Amedê hat hilbijartin.

Serokê Firaksiyona CHPyê Ozgur Ozel jî ku berbijêrê Serokayetiya partiya xwe ye beşdarî kongreya li Amedê bû. 

Beşek ji gotara Ozgur Ozel li ser pirsa Kurd bû û wî soza çareseriya pirsê da.

“Em soza çareseriyê didin”

Serokê Firaksiyona CHPê Ozgur Ozel got, “Em nasnameya Kurdan, zimanê wan, xwe raderbirîna wan, Pirsa Kurd û neheqiya ku heta îro li hemberî wan hatiye kirin dibînin û dizanin.

Em bi rastî jî bêyî ku bikin mijareke îstîsmara siyasî soz didin ku li ser vê rêyê bimeşin û çareser bikin."

Heman rojê pirsa Kurd yek ji rojevên Parlamentoya Tirkiyeyê jî bû.

Serokwekîla Firaksiyona YSPyê Meral Daniş Beştaş jç di axaftineke xwe de rê û rêbazên çareseriya Pirsa Kurd eşkere kirin. 

“Divê helwestên li dijî Kurdan yên di yasayê de bên sererastkirin”

Meral Daniş Beştaş got, “Pirsa Kurd bi naveke din nebûna welatîbûna wekhev  a Kurdan û cihêkariya li vî welatî, ne pirseke îro ye, paşxaneyeke wê ya 100 salî heye. Em nikarin vê meselê li vê derê bi şer çareser bikin.

Dema em dibêjim şer hûn wekî rûbirûbûn têbigihin, ev mesele bi axaftinê tê çareserkirin. Parlamento jî cihê axaftinê ye. Wekî Partiya Çepên Kesk û demên berê jî wekî HDPyê me her tim ev yek gotiye, divê em  rûbirûyî dîrokê bibin û rastî eşkere bibin.

Divê destûreke demokratîk bê avakirin û helwestên cihêker ên li dijî Kurdan di yasayê de bên sererastkirin. Em van bi berfirehî dibêjin lê tenê bi gotinan dimîne.”

Bi destpêkirina gotûbêjên “Guherîna Destûrê Bingehîn a Tirkiyeyê”  pirsa Kurd ku ji destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê ve di siyaseta wî welatî de bûye "girêkeke aloz" careke din di rojevê de ye.

AK Partî ku cara  yekem 2014an bi fermî pêvajoua çareseriyê dabû  destpêkirin,  niha dibêje pirsa Kurd nîne û hatiye çareserkirin.

Berpirsên CHPyê jî ji bo bidestxistina dengên zêdetir ên Kurdan her dema serdana Bakurê Kurdistanê dikin Pirsa Kurd û rexneyên li ser vê mijarê yên li dijî desthilatê dibe mijara sereke ya gotar û propagandaya wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst