Festîvala `Şingal û Zaxo Rihek in` birêve çû

07-07-2022
Yûsif Mûsa
Li Zaxoyê çar kampên penaberên Kurdên Êzidî hene, ku nêzîkî 46 hezar kes tê de dijîn.
Li Zaxoyê çar kampên penaberên Kurdên Êzidî hene, ku nêzîkî 46 hezar kes tê de dijîn.
Nîşan Şingal û Zaxo Rihek in Festîval
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) - Li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê festîvala bi navê “Şingal û Zaxo Rihek in” a salane hat lidarxistin.

Festîvala Şengal û Zaxo Rihek in Kampa Çemşko ya Zaxo hat saz kirin. Ev festîval bi bone ya alîkariya xelkê Zaxo û saziyên fermî di sala 2014an de pêşkeşî Kurdên Êzidî kirine tê lidarxistin.

Qaymiqamê Zaxoyê Xelîl Mehmûd dibêje: “Wê demê 176 hezar penaberên Şengalê hatin Zaxo. Gelek xehmet bû ku wan hemûyan razî bike û gelekan jî ew bawerî nebûn û berê xwe dan dervey herêmê.”

Zêdeyî 25 hezar kesan li Kampa Çemşko dijîn. 21 saziyên hikûmî û beşek ji kesatyên deverê xelat kirin yên ku piştevanya wan dikirin, dema ku DAIŞê êrişî Şingalê kir.

Alîkarê Kurdên Êzidî Îdrîs Elî jî got: “Di destpêkê de dema hatin min xwarina zarokên xwe parve kir da ku ew têr bibin.”

Mîr Êzdîxan Hesen Zeynel jî got: “Melayên wan deriyên mizgeftên xwe vedikirin û ji xelkê re digotin ku eger ew hec divê, ev e hate ber derê mala we, eger ew umer divê ev e hat ber derê mala we, rabin ji bo xwe xêrê bikin, navê Xwedê ev e.”

Li Zaxoyê 22 dêrên Mesîhiyan hene. Bi rêya metraxeneyan alîkarî li penaberan belav kirin.

Cîgirê Metrexaneya Zaxo Qeşe Dawûd Joni Hena jî got: “Me ji sala 2014an heta niha alîkariya wan kir. Dêr û holê me hemû ji bo wan vekirine, ji ber ku ew birayên me ne.”

Li Zaxoyê çar kampên penaberên Kurdên Êzidî hene, ku nêzîkî 46 hezar kes tê de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst