Firokeyên Tirkiyê çiyayê Gare bombebaran dikin

07-07-2022
RÛDAW
Nîşan Amêdî Çiyayê Gare Artêşa Tirkiyê Herêma Kurdistanê Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên Tirkiyê bi dijwarî Çiyayê Gare û nêzîk gundê Spîndarê li nahyeya Dêrelûkê bombebaran dikin.

Nûçegihanê Rûdawê li Duhokê ragihand, firokeyên şer ên Tirkiyê îro bombebarana sînorê nahyeya Dêrelûkê ya ser bi qeza Amêdiyê li parêzgeha Duhokê dest pê kirine.

Li gor zanyariyên Rûdawê, firokeyên Tirkiyê Çiyayê Gare û nêzîk gundê Spîndarê li devera Berê Gare ya ser bi nahyeya Dêrelûkê bi dijwarî bombebaran kirine.

Nûçegihanê Rûdawê diyar kir, ji serê sibeha îro ve heta niha firokeyên Tirkiyê 3 caran ew cih bombebaran kirine.

Heta niha derbarê hûrgiliyên bombebaranê û herwiha zirarên muhtemel de ti agahî nehatine bidestxistin.

Rayedarên xwecihî jî hêj derbarê bombebaranê de ti daxuyanî nedane.

Artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê di nav axa Herêma Kurdistanê de, bi awayekî berdewam navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst