Teyrokê zirar gihandiye 3000 donim erdên çandiyê yên gundekî Êlihê

07-06-2023
RÛDAW
Teyrozê (zîpikê) li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê zirar gihandiye zeviyên çandiniiyê.
Teyrozê (zîpikê) li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê zirar gihandiye zeviyên çandiniiyê.
Nîşan Êlih Çanidnî Teyrok Zîpik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zeviyên çandiyê yên gundê Merînanê li parêzgeha Êlihê ji ber teyrokên (zîpikên) wê dawiyê gelek zirar dîtine. Teyroka ku heftiya borî barî, zirareke zêde gihandiye berhemên çandiniyê yên gund.

Keda salekê ya cotkarên gund di ber avê de çûye û ew niha banga piştevaniyê li aliyên peywendîdar dikin.

Cotkar û nîşteciyê gundê Merînanê, Mustafa Ergul dibêje: “Ji ber ew teyroka ku di 30ê Gulanê de bariyaye, garis û genimê me zereke zêde dîtiye. Em daxwaz dikin ku dewlet alîkariya me bike. Zerereke zêde ya me heye. Min derdora 350 doniman garis çandiye. Xerciyên me gelek zêde ne. hûn dibînin garisê me. Zerera me gelekî zêde ye.”

Cotkarên gund bi piranî berhemên ceh, genim, nîsk û garis çandibûn.

Îsal xerciyeke zêde li zeviyên xwe yên çandiyê kiribûn.

Ji ber rêjeya baş a baranê ji berhemê xwe jî bi hêvî bûn, lê teyrokê planên wan têkdan û hêviyên wan şikandin.

Şafî Ergul, cotkarekî din ê heman gundî ye, ew jî dibêje: “110 donim garisê min hebû. Derdora 500-600 hezar lîre zirara min heye. Ez ji dewletê dixwazim ku destê xwe biavêje vî karî û alîkariya cotkaran bike.”

Bi gotina cotkarên gundê Merînanê, teyrokê bi giştî zirer gihandiye derdora 3 hezar donimên erdên wan ên çandiniyê û ew niha li bendê ne ku dewlet di zûtirîn dem de wan qerebû bike.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst