Ji bo 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê hat dayîn

07-05-2023
RÛDAW
Nîşan Lehî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku li 4 parêzgehên Bakurê Kurdisanê û 6  parêzgehên Tirkiyê egera lehiyê heye û divê li gor vê yekê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê roja Yekşemê 7ê Gulana 2023an ragihand ku li hemû herêmên Tirkiye bo dema 3 rojan baran dibare û li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî ligel baranê toz dibare.

Li gor daxuyaniya saziya navborî ji îro Yekşemê 7ê Gulanê û pê ve di nav 3 rojan de li seranserê Tirkiyê baran dibare û li parêzgehên Dêrsim, Sêrt, Semsûr û Erzînganê yên Bakurê Kurdistanê eger heye lêhî rabe.

Her wiha li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî toz dibare û mesafeya dîtinê kêm dibe û ji bo çûnûhatina welatiyan hişyarî hatiye dayîn.

Di heman demê de ji bo parêzgehên Mugla, Denizli, Tokat, Trabzon, Gumuşhane û Bayburt ên Tirkiyê jî hişyariya lehiyê hatiye dayîn ku divê welatî tedbîrên pêwîst werbigrin.

Tê pêşbînîkirin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pileya germê di navbera 2 heta 6 pileyan de dakeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst