Rêya Erdexan û Ardanûçê piştî 4 mehan tê vekirin

07-03-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo vekirina rêya Erdexan-Ardanuçê ya ji ber xetereya aşûtê derdora 4 meh e girtî ye, dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin.

Îsal piraniya bajar û bajrokên Bakurê Kurdistanê zivistaneke dijwar derbas kirin û ji ber berfê heta niha jî rêya hejmarek gundan girtî ye.

Yek ji wan jî rêya bajarê Erdexan û bajarokê Ardanûçê ye ku ev 4 meh in girtî ye û tîmên girêdayî Parêzgeriya Erdexanê dest bi vekirina wê rêyê kirin.

Tîmên taybet ên paqijkirina rêyan, ji bo vekirina rêbejaya ji ber berfa zêde xitimî û ji ber xetereya aşûtê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin dest bi xebatan kirin.

Tîmên taybet ên paqijkirina rêyan, ji bo vekirina 10 kîlomêtre rêya girtî hem ji aliyên Erdexanê hem jî ji aliyê Artvînê ve xebatên paqijkirinê didomînin.

Tîmên paqijkirina rêyan di nav berfa bi mêtreyan di ser hev de ketiye dixebitin gelek caran tengasiyê dikişînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst