Rojnameger Oznur Deger hat desteserkirin

07-02-2025
Nîşan Rojnameger Oznur Deger Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûçegihana JINNEWSê Oznur Deger di biserdegirtina malê de hat desteserkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), nûçegihana JINNEWSê Oznur Deger li Taxa Îpekê ya navçeya Qoserê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê di biserdegirtina malê de hatiye desteserkirin.

Hat diyarkirin ku polîsên tîmên taybet serê sibehê bi ser malê de girtiye û deriyên malê şikandine.

Li gorî heman nûçeyê, dema Oznur Deger ji malê hatiye derxistin hatiye derbkirin û destên wê ji paş ve hatine kelemçekirin.

Polîsan her wiha dest daniye ser amûrên teknîkî yên rojnameger Oznurê û ew biriye Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst