Aliyên Kurdistanî dixwazin posta parêzgeriya Kerkûkê werbigirin

07-01-2022
RÛDAW
Avahiya nû ya Parêzgariya Kerkûkê.
Avahiya nû ya Parêzgariya Kerkûkê.
Nîşan Kerkûk Kurd Aliyên Kurdistanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roja Yekşembê, Encûmena Nûnaran a hilbijartî ya Iraqê yekem civîna xwe saz dike û endamên wê sonda yasayî dixwin. Yek ji wan kesên ku wek endamê parlamentoyê hatiye hilbijartin, parêzgarê bi wekalet yê Kerkûkê Rakan Cibûrî ye. 

Ji sala 2005ê heta 16ê Cotmeha  2017ê di çarçoveya encamên hilbijartinan de, postê parêzgariya Kerkûkê di destê Kurdan de bû, lê di Cotmeha 2017ê de ew post ji destê kurdan hat derxistin û cîgirê berê yê parêzgar Rakan Cibûrî bi wekalat bo wê postê hat diyarkirin, ku  aliyên Kurdistanî  wî  wek  serkêşê proseya   erebkirina li wê parêzgehê  tohmetbar dikin.   

Rêbiwar Tallebanî, Serokê Berê yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji Rûdawê re ragihand, “Ereban li Kerkûkê 4 kursî bidest xistine û divê em agahdar bin, eger her aliyek berbijêreke wan hebe, wê demê posta parêzgariyê ji dest me derdikeve û dibe ya Ereban.”

Hevawayê postê Serokkomariyê, aliyên Kurdistanî hê jî derbarê parêzgariya Kerkûkê jî lihevnekirine, lê bi gotina Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mehmûd Mihemed ku ji Rûdawê re axiviye, ew hewil didin heta dawiya 9ê vê mehê wê pirsê yekalî bikin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, di nav Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê de, bo posta parêzgariya Kerkûkê hejmareke navan hatine pêşniyarkirin ku ti yek ji wan nebûne berbijêrên fermî yên YNK û PDKê; eger heye ku herdû alî li ser berbijêrekî serbixwe ku razîbûna wan li ser be, li hev bikin.

Rêzan Şêx Dilêr, Şêwirmendê Mekteba Siyasî ya YNKê ji Rûdawê re got, “Em dizanin ji dema ku parêzgarê Kerkûkê di destê Kurdan de nemaye, Kurd di çi rewşeke xirab de ne û hêj Pêşmerge jî nevegeriyaye navçeyên xwe. Li gel wê jî daxwazên xelkê gelek in û beşek ji Kurdan li derve ne û hinek ji wan jî li navçeyên xwe ditirsin.”

Ew berpirsa PDKê tekez dike, ya ku berê li bermaber Kurdan nehatibû kirin, Rakan Cibûrî parêzgarê niha yê Kerkûkê di wan 4 salan de kir.

Li gor encamên hilbijartina 10ê Cotmeha 2021ê ya Encûmena Nûneran ya Iraqê, ji tevahiya 12 kursiyên parêzgeha Kerkûkê aliyên Kurdistanî 6 kursî bidesxistin ku 5 ji wan yên YNKê û PDKê bûn. Berpirsên herdû aliyan ji Rûdawê re gotine ku  Kerkûk dê bibe yek ji mijarên sereke yên danûstandinên wan yên  ligel aliyên din bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst