Artêşa Îraqê zeviyên çandiniyê yên Kurd û Tirkmenan dikin baregeha leşkerî

06-12-2023
RÛDAW
Artêşa Îraqê zeviyên çandiniyê yên Kurd û Tirkmenan dikin baregeha leşkerî
Artêşa Îraqê zeviyên çandiniyê yên Kurd û Tirkmenan dikin baregeha leşkerî
Nîşan Kerkûk Zevî Kurd Tirkmen Baregeha Leşkerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îraqê, piraniya herêma Topzawa û gundên derdora wê “dagir kir” û zeviyên çandiniyê yên Kurd û Tirkmenan kir baregeha leşkerî.

Gundiyên ku demeke dirêj e li hemberî vê derdikevin dibêjin, tiştên têne kirin li dijî biryara hikûmetê ye.

Hêzên Firqeya 11an ya artêşa Îraqê, li gundên Topzawa, Kizilyar û Tirkalanê yên li başûrê Kerkûkê, bi hinceta  “girêdayî Wezareta Parastinê ye” dest danî bi hezaran donim zeviyên Kurd û Tirkmenan.

Xelkê wan gundan ku demeke dirêj e li dijî vê yekê li ber xwe didin, di mehên dawî de dest bi grevê kir lê ti encam bi dest nexistin.

Leşkeran bi ser gundan de girt

Leşkerên firqeya 11an, meha borî bi ser gundan de girt û bi bendên betonê rê girtin.

Cotkarê Tirkmen Necîb Îzedîn ku ji gundê Topzawayê ye ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku beriya niha jî nîvê zeviya wî hatiye dagirkirin û leşkeran zêviya wî kiriye baregeha leşkerî.

“Leşkeran zeviyên me dagir kirin”

Îzedîn diyar kir ku roja duşemê zeviya wî ya mayî jî hatiye dagirkirin û got:

“Em li ser zeviyên xwe dixebitîn û me avdaniyê dikir. Wan got ‘werin boriyên xwe bibin.’ Me got çima? Wan got, ‘ji bo mezinkirina baregehê pêwîstiya me bi vê zeviyê heye.’

Wan ji me re got, ew dê 3 metre bigirin lê wan derew kir. Wan 150 metreyên din jî dagir kirin.”

Cotkarên herêmê diyar kir ku belgeyên milkên wan hene lê ew jî nikare ji dagirkirina zeviyan re bibe asteng.

Li ser bûyerê, Rûdawê pêwendî bi berpirsên yekîneya leşkerî re danî lê wan nexwest ti daxuyaniyekê bide û wan tenê got, “Zevî girêdayî Wezareta Parastinê ye.”

Li hemberî dagirkirina zeviyan xwepêşandan hat lidarxistin

Li Topzawa û Tirkalanê, cotkarên Kurd û Tirkmen li hemberî dagirkirina zeviyan, xwepêşandan li dar xist.

Cotkaran diyar kir ku zêdetirî 60 zeviyên çandiniyê hatine dagirkirin û hikûmeta Îraqê jî beriya niha biryar da ku ew zevî li xwediyên wan bêne vegerandin.  

Nûnerê Cotkarên Topzawayê Satîh Nasîh got:

“Ev nêzîkatî li dijî biryara hejmara 29an a Desteya Wezîran e. Ev biryar di meriyetê de ye û ev zevî ji dikevin nava biryarê.

Ev biryar, mafê bikaranînê dide xwediyê zeviyan û pêvajo jî berdewam dike.”

Şêniyên gundê Topzawayl dibêjin sala 1986an bi armanca Erebkirin û sirgûnkirinê, erdê wan ji wan hatiye standin û radestî wezaretan hatiye kirin.

Li gorî xala 140an a Destûra Îraqê, dewlet nikare bi ti awayî dest dane li ser wan zeviyan.

Tevî van yasayan li gund, bingehên baregeha leşkerî hatine danîn û ji ber vê sedemê jî leşker ji gund dernakevin. 

“Erebên hawirde 2 hezar donim erd dagir kiriye”

Cotkarê gundê Kizilyarê Cemal Osman jî got:

“Li gundê me, ji aliyê Erebên hawirde ve 2 hezar donim erd hatiye dagirkirin û nahêlin werin bikaranîn.”

Rejîma Beisê, sala 1986an li Topzawayê baregeha leşkerî ava kir û gundiyan jî sirgûn kirin.

Sala 2003an gundî vegeriyan ser erdên xwe. Lewra niha jî hikûmeta Bexdayê dixwaze baregeha li vir nû bike û bi kar bîne.

Gundê Topzawa, di jenosîda Enfalê de rol lîstiye. Baregeha li vir hatiye avakirin xwedî navûdengekî xirab e.

Dema Enfalê, sivîlên ku ji deverên cuda yên Herêma Kurdistanê hatibûn desteserkirin, destpêkê li baregeha Topzawayê kom kiribûn.

Piştre wan dibin çolên li başûrê Îraqê û bi awayekî zindî wan binax dikin.

Li gorî madeya 140 a Destûra Îraqê, pêwîst e erdên Kurd û Tirkmenan ên di pêvajoya rejîmê de hatine dagirkirin li xwediyên wan bêne vegerandin.

Heya roja îro ji bo pêk anîna wê madeyê ti pêngav nehatine avêtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst