WHO: Li Tirkiyeyê dermanekî sexte ketiye bazarê

06-09-2023
RÛDAW
Nîşan WHO Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tirkiye Dermanê Sexte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku li Tirkiyeyê niha dermenekî sexte yê bi navê Defitelio yê ji bo veguhestina şaneyên laş ên bingehîn tê bikaranîn, ketiye bazarê.

Fîrmaya berhemhêner jî ev yek piştrast kiriye û gotiye dîroka dema bikaranînê jî şaş e.

Li gor daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Defitelio di dermankirina hematopoietic a veguhestina şaneyên bingehîn (HSCT) de tê bikaranîn.

Herwiha ev derman ji bo sendromên sinuzoidal obstruksiyon (SOS) û Hepatik Venoz-okluzif (VOD) de tê bikaranîn.

Li gorî nûçeya Dengê Amerîkayê, fîrmaya berhemhêner a dermanê Defitelioyê ragihandiye ku beşek ji dermanên ku niha bi wî navî li Tirkiyeyê tên belavkirin sexte ne.

Kompanyaya berhemhênera derman jî got dermanên ku bi koda 20G20A li Almanya û Awusturyayê hatine pakêtkirin ne sexte ne û orjînal in lê yên qaşo li Britanya û Îrlandayê hatine paketkirin sexte ne.

Herwiha tê gotin ku dîroka bikaranînê ya li ser derman hatiye danîn jî şaş e, di heman demê de destûra wan a orjînala wî dermanî li Tirkiye û Hindistanê bifiroşin jî nîne.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî diyar kir ku li gor, lêkolînên wan, dermanê mijara gotinê heta niha nebûye sedema bûyereke nexwestî,

Herwiha WHOyê hişyarî da ku ew nizanin ew derman di çi şert û mercan de berhem tê, tê pakêtkirin û parastin, lewra divê bikarhêner hişyar bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst