Di Rojnameya Fermî de belav bû: Derman ji sedî 25 hatin bihakirin

16-12-2023
RÛDAW
Nîşan Derman Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî biryareke Serokkomarê Tirkiyeyê bihayê dermanan ji sedî 25 tê zêdekirin.

Roja înê bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan nirxê euroyê ku di kirîna dermanan de tê bikaranîn hat guncavkirin û biryar di Rojnameya Fermî de belav bû.

Bi vê biryara nû nirxê euroyê ku di kirîna dermanan de tê diyarkirin ji sedî 25 hat zêdekirin û bû 17 lîre û 55 kuruşan.

Di çarçoveya biryarê de li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxê dermanan ji sedî 25 hat zêdekirin û ew biryar ji 25ê Kanûna Pêşînê ve dikeve meriyetê.

Li Tirkiyeyê piraniya dermanan ji derve tên kirîn ku piraniya caran bi euroyê tên kirîn.

Hikûmet ji bo ku daketina nirxê lîre li hemberî diravên biyanî bi taybetî euroyê zêde bandorê li bazara dermanan neke û dermanfiroş zerereke zêde nekin nirxê euroyê di kirîna dermanan de cîgir dihêle.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst