Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li serokwezîra nû ya Brîtanyayê kir

06-09-2022
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Kurdistan Liz Truss Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de pîrozbahî li Liz Truss kir ku wek serokwezîra Brîtanyayê hat hilbijartin.

Nêçîrvan Barzanî li ser twitterê ragihand, “Ez pîrozbahiyê li Liz Truss dikim ku wek seroka Partiya Muhafezekar hat hilbijartin û bû serokwezîra Brîtanyayê. Ez ji wê re serkeftinê dixwazim di karê wê de û hêvîdar im ku bi wê re bixebitim da ku têkiliyên me yên bihêz û nirxên hevpar pêş bixin.”

Liz Truss duh Duşembê 5ê Îlona 2022an di hilbijartina serokatiya Partiya Parêzgaran de piraniya dengan bi dest xist û hem wek Seroka Partiya Muhafezekar û hem wek Serokwezîra Brîtanyayê hat hilbijartin.

Di rikeberiya bo serokatiya partiya Muhafezekaran a Brîtanyayê de Liz Truss û Rishi Sunak rikeberiya hev dikirin. Liz Truss di rikeberiyê de 81,326 deng û Rishi Sunak jî 60,399 deng bi dest xistin.

Piştî Margaret Thatcher û Theresa May, Liz Truss bû sêyemîn serokwezîra jin li Brîtanyayê.

Liz Truss roja 16ê Îlona 2021an dema ku Wezîra Derve ya Brîtanyayê bû, li Londonê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê kiribû û bi hev re civiyabûn. 

Truss a 47 salî, di dema 12 dîbeytên bangeşeya serokwezîrtiyê de soz dabû ku dê têçûya jiyanê û baca li ser xelkê kêm bike, li ser şandina çekan ji bo Ukraynayê berdewam be û li dijî koçberên neyasayî raweste û wan bişîne Rwandayê.

Li Brîtanyayê piştî ku serokwezîrê berê Boris Johnson dest ji kar berda, Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê yê Kurd Nedîm Zehawî jî di nav de, Wezîra Derve Liz Truss, Wezîrê berê yê Darayî Rishi Sunak, Dozgera Giştî Suella Braverman, Wezîrê Dewletê ji bo karûbarên Dad û Wekheviya Civakî Kemi Badenoch û Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Encûmena Nûneran Tom Tugendhat di lîsteya berbijêriya serokatiya Partiya Parêzgaran de navên xwe tomar kiribûn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst