Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di navbera navçeyên Mazgird û Qisleyê de agir bi daristanê ket.
Ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi Daristanê Zargoviçê ket û belav bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Daristanê ya Dêrsimê, tîmên agir vemirandinê û AFADê û tîmên Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzurê çûn cihê bûyerê.
Herwiha ji ber herêmeke çiyayî ye û rê nîne, helîkopter jî ji esman ve beşdarî xebatên vemirandina agir bûn.
Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu ragihand ku ji Mereş û Meletiyê daxwaza helîkopterên agir vemirandinê kirine û helîkopter gihiştine cihê bûyerê.
Bi gotina Bulent Tekbiyikoglu agir dê di demeke nêzîk de were kontrolkirin û vemirandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse