Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê dê hertim navendeke parastina hemû pêkhateyên olî be

06-08-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Louis Sako atriyarkê Dêra Keldaniyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Patriyark û Serokê Dêra Keldaniyan Kardînal Louis Raphael Sako û şanda pê re qebûl kirin. 

Li gorî daxuyaniya Serokwezîriya Herêma Kurdistanê, Patriyark Louis Raphael Sako di hevdîtinê de ji bo pêşwazî û piştevaniya ku jê re hatiye kirin spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Kardînal Louis Raphael Sako herwiha pesnê rewşa bi hev re jiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda yên li Herêma Kurdistanê da.

Mesrûr Barzanî jî dilgiraniya xwe derbarê vekişandina biryarnameya Serokkomariya Îraqê ya li ser Louis Sako û Dêra Keldaniyan nîşan da û xwest ku ew xeletî were sererastkirin.

Mesrûr Barzanî herwiha tekez kir ku Herêma Kurdistanê weke hertim navend û stargeha parastina mafên tevahiya pêkhateyên olî dimîne.

"Em piştevaniya civaka Mesihiyan dikin"

Di heman demê de Mesrûr Barzanî da zanîn ku Herêma Kurdistanê piştevaniya Mesîhiyan dike û got:

“Em piştevaniya civaka Mesihiyan dikin ku bi neheqî ji aliyê hin terefên bêberpirsiyar ve rûbirûyî komkujiyê dibe. Em mafên hemû netew û olan diparêzin û li dijî guhertina demografiyê radiwestin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst