Mesrûr Barzanî di cejnê de serdana Pêşmergeyan kir

01-07-2023
RÛDAW
Mesrûr Barzanî di cejnê de serdana Pêşmergeyan kir
Mesrûr Barzanî di cejnê de serdana Pêşmergeyan kir
Nîşan Mesrûr Barzanî Hêza Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî li navçeya Pirdê ya Kerkûkê serdana eniya Hêza Pêşmerge kir û cejna wan pîroz kir. Mesrûr Barzanî got, “Em dê pabendî rêkeftinên ku bi Hikûmeta Iraqê re hatine kirin bin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Înê 30ê Hezîrana 2023an di roja sêyem a Cejna Qurbanê de serdana li navçeya Pirdê ya Kerkûkê serdana eniya Hêza Pêşmerge kir û cejna wan pîroz kir.

Mesrûr Barzanî di axavtina xwe de got ku di bûyerên 16ê Cotmeha 2017an de, Eniya Pirdê roleke bingehîn di parastina statuya Herêma Kurdistanê de lîstiye.

Mesrûr Barzanî got, “Vê eniyê pêşî li komploya qirêj a ku di îxaneta 16ê Cotmehê de ji bo tunekirina statuya Kurdistanê û bi serxistina planê hatibû çêkirin, girt.”

Mesrûr Barzanî amaje bi dagirkirina zeviyên çandiniyê yên cotkarên Kurd li Kerkûkê ji aliyê Erebên hawirde ve jî kir û anî ziman, “Me dît ku zilm li cotkarên me tê kirin, ew ji erd û zeviyên xwe têne derxistin û ji aliyê kesên din ve têne birin. Min bi Serokwezîrê Iraqê re hevdîtin kir û min jê re got ku ew nedestûrî ye, dibe sedema guhertina demografiya herêmê û min got dê çavê me li ser be.”

Derbarê navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de jî Serokwezîr Barzanî got, “Em dixwazin herêmên Kurdistanê bi awayekî aştiyane û li gorî madeya 140 a destûrê vegerînin. Em hewl didin madeyê wek xwe cîbicî bikin lê mixabin aliyên din pabendî rêkeftinan nabin. Em ê heta qonaxa dawî hewl bidin pirsgirêkan bi awayekî aştiyane çareser bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî anî ziman, “Her çend zilm li me bin, em ê heta nefesa xwe ya dawî bi piştevaniya Xwedê û bi amadebûna Pêşmerge, vî miletî, ax û şerefa wê biparêzin.”

Serokwezîr Barzanî bal kişande ser rêkeftinên bi Bexdayê re û got, “Em ê hertim pabendî destûrê û rêkeftinên aştiyane yên ku me bi hikûmeta federal a Bexdayê re kirine, bin. Lê di heman demê de em ê mafên xwe yên destûrî bi her awayî biparêzin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst