Kampên Serê Kaniyê û Waşokaniyê tî ne: 'Ma em ne guneh in?'

06-08-2023
Hisên Omer
Kampên Serê Kaniyê û Waşokaniyê tî ne: “Ma em ne guneh in?”
Kampên Serê Kaniyê û Waşokaniyê tî ne: “Ma em ne guneh in?”
Nîşan Kampa Serê Kaniyê Kampa Waşokaniyê Bêavî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kampên Serê Kaniyê û Waşokaniyê ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikişînin. Koçberekê got, “Em heta roja din tî dimînin. Ma em ne guneh in?”

Kampên Serê Kaniyê û Waşokaniyê li derdora Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ne û koçberên ji Serê Kaniyê li wan dimînin.

Bermîlên avê yên li ser banên malên koçberan vala ne.

Ji ber Tirkiye û opozîsyona Sûriyeyê ava Wêstgeha Elokê qut dikin ev kamp bê av mane.

Du koçberên ku li Kampa Serê Kaniyê dimînin ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîn.

“Ma em ne guneh in?”

Koçberekê li ser qutkirina avê gilî û gazinên xwe kirin û got:

“Avê ji me re nayînin, em heta roja din tî dimînin. Ma em ne guneh in? Wan ava Elokê ji ser me qut kiriye, em koçber in, me xanî û malên xwe hiştin.

Zarokên me mirin. Avê bi kulbikan ji me re tînin û ava xwe jî difiroşin. Em nikarin serê zarokên xwe bişon.”

“Em bangî saziyên navdewletî dikin”

Koçberekî din jî behsa rewşa nebûna avê kir û anî ziman:

“Ava Elokê, aveke rind e, şîrîn e, ava Serê Kaniyê ye. Em dixwazin dewleta Tirk destê xwe ji ser Elokê rake û ji Serê Kaniyê derkeve.

Em bangî saziyên navdewletî dikin ku ji Tirkiyeyê re bêjin destê xwe ji ser ava Elokê bikişîne.”

Li Kampa Serê Kaniyê 2 hezar û 580 malbatên koçber dijîn ku bi giştî 15 hezar û 513 kesan li xwe digire.

Li Kampa Waşokaniyê ya ku 16 hezar û 645 kesan li xwe digire, 2 hezar û 374 malbatên koçber dijîn. 

Wêstgeha Elokê ya ku li rojhilatê bajarê Serê Kaniyê yê dagirkirî ye, ji nêzîkî milyonek kesî re ava vexwarinê dabîn dikir.

Di nav milyonek kes de bêhtirî 32 hezar kes koçberên her du kampan in.

Ev 32 hezar kes, ji ber dagirkirina herêmên xwe neçar mabûn dev ji malên xwe berdin û koç bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst