Li Siwêregê kesek bi nexweşiya harbûnê ket

06-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Siwêreg Harbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ve ji ber nexweşiya harbûnê kesek hat karantînekirin û dermankirina wî berdewam e.

Li gor daxuyaniya Qeymeqamtiya Siwêregê kesek bi nexweşiya harbûnê (quduz) ketiye û li ser bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku ji ber êrîşa kûçikên har hinek ajel jî bi nexweşiya harbûnê ketine û li ser vê mijarê Komîteya Tenduristiyê ya Siwêregê civiyaye û tedbîrên pêwîst wergirtine.

Her wiha di çarçoveya Komîteya Tenduristiyê de li hinek herêman karantîna hatiye ragihandin û tîmên girêdayî Rêveberiya Daristan û Çandiniyê û Rêveberiya Tenduristiyê dest bi kar û xebatê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst