RIHA - Nexweşê ku har bûbû ji nexweşxaneyê reviya: Xof ket nav xelkê

18-08-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Harbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalan a parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê kesê ku har bûbû ji nexweşxaneyê reviya.

Welatiyê bi navê Hesen Xelîl Farasê yê 30 salî li bajarê Girê Spîyê yê Rojavayê Kurdistanê di encama êrişa kûçikê bêxwedî de birîndar bû. 

Hesen Xelîl Faras piştî ku kûçik ew gez kir çû nexweşxaneyê. 

Dema diyar bû ku Faras har bûye, tîmên tenduristiyê ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan.

Farasê ku li nexweşxaneyê di karantînayê de bû deriyê odeya girtî vekir û tevî telefona welatiyekî ji nexweşxaneyê reviya.

Li ser îxbara xizmê nexweşê ku telefona wî hatiye revandin, polîsên nexweşxaneyê bi rêya kamerayên ewlehiyê diyar kir ku kesê telefona wî diziye Hesen Xelîl Faras e. 

Polîs û tîmên tenduristiyê ji bo dîtina Farasê ku ji nexweşxaneyê reviya dest bi lêgerînê kir.

Farasê ku reviyabû li Taxa Dîbatê ku 10 kîlometreyan dûrî nexweşxaneyê ye, li erdekî vala hat dîtin.

Xelk jê ditirsiya

Faras bi tirs li dora xwe dinêrî herwiha xelkê derdorê jî jê ditirsiya û kesek nêzîkî nedibû. 

Piştre ji bo ku were qanihkirin kesên ku bi Erebî diaxivîn hatin cihê ku Faras lê ye. 

Faras piştî demeke dûvdirêj hat qanihkirin û ambulansê ew dîsa bir Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst