Heseke: Alozî di navbera Asayîşê û hêzên hikûmetê de derket

06-06-2023
RÛDAW
Nîşan Heseke Asayîşa Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nav bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê, pevçûn di navbera Asayîşa Rêveberiya Xweser û hêzên hikûmeta Sûriyê de derket.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, 6ê Hezîranê Li nav bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî li pêş Nexweşxaneya Hîkme bi sedema rawestandina otombîelkê, pevçûn di navbera endamên Asayîşa Rêveberiya Xweser û endamên hêzên hikûmeta Sûriyê de derket.

Heta niha ti aliyek li ser ziyanan daxuyaniyek belav nekirine.

Roja 5ê Hezîranê jî, hêzên Dijî Terorê ser bi Asayîşa Rêveberiya Xweser rêbenedeke hêzên hikûmetê li ser Rêya Navdewletî ku diçe Firokexaneya Qamişlo dorpêç kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst