HSDê li ser Minbic û Eyn Îsa hişyarî da

06-03-2022
RÛDAW
Nîşan HSD Minbic Eyn Îsa Tirkiye Grûpên Çekdar Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku artêşa Tirkiyê li ser “provokasyonên xwe yê leşkerî” li gundewarên Minbic û Eyn Îsa berdewam e.

Li gor daxuyaniya HSDê duh, du caran artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bi doçkeyan malên xelkê sivîl li gundê Ereb Hesen li rojavayê Minbicê kirine armanc û jiyana xelkê sivîl xistin metirsiyê.

HSD di daxuyaniya xwe de dibêje, artêşa Tirkiyê gundê Cat li bakurê Rojhilatê Minbic bi 2 muşekan kiriye armanc.

Li gor daxuyaniya HSDê li Eyn Isa jî artêşa Tirkiyê gundê Mişêrfê li bakurê wî bajarî bi çend muşekan kiriye armanc û piştî wê Rêya M4 a navdewletî jî topbaran kir.

Minbic

Bajarê Minbicê dikeve bakur rojhilatê Helebê Kurd û Ereb pêkhateyên sereke yên herêma Minbicê ne, lê pêkhateyên din jî li herêmê dijîn.

Minbic di sala 2016an de û piştî operasyoneke serkeftî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û piştevaniya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, Minbic ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin û dema pênc salan e ku di kontrola Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de ye.

Eyn Îsa

Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qût dibe.

Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye,  66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst