MÊRDÎN - Elektirîk bi ser zeviyên 7500 cotkaran hat qutkirin

07-03-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li navçeyên Qoser û Dêrika Mêrdînê elektrîka 45 gundan hatiye qutkirin
Li navçeyên Qoser û Dêrika Mêrdînê elektrîka 45 gundan hatiye qutkirin
Nîşan Cotkar Mêrdîn Dêrik
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Li Qoser û Dêrika Mêrdînê bi hinceta ku fatoreyên xwe yên elektrîkê nedane li ser zeviyên 7 hezar û 500 cotkarî elektrîk hate qutkirin. Ev deh roj in ji ber qutkirina elektrîkê cotkar nikarin erdê xwe av bidin.

Ji hin cotkaran re di ser 50 hezar dolarî re fatore hatine şandin. Cotkar dibêjin ger ji pirsgirêka wan re çareyek neyê dîtin ew ê îsal genim û garis neçînin.

Musa Aktaş 45 sal in cotkariyê dike. Bi hatina buharê û hewaya germ re dixwaze genimê xwe av bide. Lê ji ber ku saziya elektrîkê 10 roj in elekktrîkê li ser cotkaran qut kiriye ew nikare bîra xwe ya avê bide xebitandin.

Cotkarê bi navê Musa Aktaş dibêje, “100 donim erdê min heye. Min îsal 49 hezar TL heqê ceyranê da. Par jî min 70 hezar TL dabû. Di ser de pereyê min ê piştgiriya cotkariyê ji bankayê desteser kiriye. Niha dema dermankiriné ye. Ceyran li ser me qut kirine. Ka av tunebe ez ê çawa erdê xwe îlac bikim?”

Li navçeyên Qoser û Dêrika Mêrdînê elektrîka 45 gundan hatiye qutkirin. Li herdu navçeyan herî kêm 7 hezar û 500 cotkar ji ber nebûna elektrîkê nikarin erdê xwe av bidin.

Cotkarê bi navê Mehmûd Kilicaslan jî dibêje, “Em erdê xwe bifiroşin jî têra heqê elektrîkê nake. Na weleh nake.”

Herwiha cotkar Hacî Musa Çîçek jî diyar dike, “Em niha genim û garisên xwe bifiroşin jî heqê elektrîkê dernakeve. Heqê avdaniyê, derman, gubre û mazotê jî heye.”

Cotkar Henîfî Muslimoglu jî diyar dike, “Erdê me hemû bê av in. Elektrîkê li ser yên deyndar û nedeyndar, li ser hemû cotkaran birîne. Rewş ev rewş be êdî em nema garis û genim diçînin. Em ê dev ji cotkariyê berdin.”

Saziya elektrîkê bi hinceta ku cotkar fatoreyên elektrîkê ranazînin elektrîkê nade. Lê li hin cotkaran di ser 50 hezar dolarî re fatore hatine birîn. Ji ber vê yekê cotkaran biryar girt heta ku saziya elektrîkê buhayê elektrîkê kêm neke ew erdê xwe neçînin.

Serokê Komeleya Cotkarên Qoserê Mikaîl Erbay jî dibêje, “Debara Qoser û hemû navçeyên Mêrdînê li ser cotkariyê ye. Cotkar nebin sûk û bazar nîne. Tev vala dibe. Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê û serokê wê dikin, guh bidin dengê cotkaran. Em bang li kompanî û fîrmayên mezin dikin guh bidin me. Ger em tunebin hûn jî tune ne.”

Li tevahiya navçeyên Mêrdînê 3 milyon û 400 hezar donum zevî tên ajotin. Salane milyonek û 500 hezar ton garis, 800 hezar ton genim û 50 hezar ton jî pembo tê çandin. Ger cotkarên Mêrdînê îsal erdê xwe neajon dê aboriya Tirkiyeyê zirareke mezin bibîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst