Li Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê rêyên 398 gundan hatin girtin

06-02-2025
RÛDAW
Nîşan Barîna Berfê Girtina Rêyên Gundan Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê îro rêya 398 gundan hat girtin.

Pêleke perfê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daye ber xwe.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêyên gelek gundan hatin girtin.

Her wiha welatî jî di jiyana rojane de rûbirûyî zehmetiyan dibin.

Wan

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand, li parêzgehê ji ber berfa zêde rêya gundan hatiye girtin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo paqijkirina berfê û vekirina rêyan xebatên xwe berdewam dikin.

Li ser rêya Colemêrgê di dema paqijkirina berfê de makineyeke kar wergeriya.

Her wiha rêya di navbera Wanê û navçeya Miksê de ji ber berfê hatiye girtin û hatin û çûna navçeya Miksê di ser rêya navçaya Hîzanê ya Bêdlîsê re tê kirin.

Colemêrg

Li parêzgeha Colemêrgê ji ber girtina rêyan welatî di çûn û hatinê de rûbirûyî pirsgirêkan bûn.

Li navenda Colemêrgê bilindahiya berfê gihiştiye 20 santîmetreyan.

Îdareya Taybet a Colemêrgê ragihand, li Colemêrgê û navçeyên wê ji ber berfê rêya 168 gundan hatiye girtin û tîmên berfê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe berdewam dikin.

Li navçeya Geverê jî bilindahiya berfê gihiştiye 40 santîmetreyî û dikandar û welatî pêş dikanên xwe û otomobîlên xwe ji berfê paqij dikin.

Mûş

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şeyhmus Yentur ragihand, li parêzgehê barîna berfê didome û li herêmên bilind rêya 59 gundan hatiye girtin.

Yentur diyar kir ku ji bo welatî mexdûr nebin tîmên wan xebatên xwe berdewam dikin.

Bedlîs

Rêvebirê Xizmetên Rê û Veguhastinê ya Îdareya Taybet a Bedlîsê Umit Kurtkan ragihand, li tevahiya parêzgehê ji ber berfê rêya 111 gundan hatiye girtin û xebatên vekirina rêyan berdewam dikin.

Her wiha li navçeyên Xelat û Tetwanê jî ji şeva borî ve berf dibare.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst