Amed (Rûdaw) - Li Amedê ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejên 6ê sibatê merasîmek hat lidarxistin.
Merasîm bi şev demjimêr 04:17an li ber avahiya Serînê pêk hat ku di encama hilweşîna wê de 77 kesan canê xwe ji dest dabû.
Merasîma bîranînê ji aliyê Platforma Bajêr a Amedê ve hat lidarxistin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu, nûnerên sazî û dezgehên sivîl jî amade bûn.
Di merasîma bîranînê de hat bibîrxistin ku di erdhejê de li Amedê 409 kesan canê xwe ji dest daye.
Kesên ku tevlî merasîmê bûn li cihê ku avahiya Serînê ruxiyabû qurnefîl danîn.
Dogan Hatun diyar kir ku bi vê erdhejê careke din derketiye holê ku xelk bi tenê ye û divê ew derbarê erdhejê xelkê hişyar bikin û tedbîrên pêwist bên wergirtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse